Li Datçaya navçeya Muglayê 33 qaçaxên sûrî yên ku hewl didan bi dereqanûnî herin Yewnanîstanê, hatin girtin.
Li gor agahiyan 33 qaçaxên sûrî serê merivê hezar dolar dan kesekî organizator û ji Stenbolê rê ketin çûn Bodrumê ku ji vir herin girava Kosê (Îstankoy).
Qaçax li Bodrumê bi botên 8 mêtroyî siwar bûn û derketên li ser behrê. Lê nêzîkî Datçayê botên ku qaçax lê siwar bûn av hilda û wan bi zorê xwe avêtin qeraxa Înce Burunê.
Cendirmeyên ku li herêmê dewriye digeriyan qaçax dîtin û ew anîn Fermandariya Cendirmeyan a Datçayê.
Jê 9 zarok, 7 jin bi giştî 33 qaçax li Nexweşxaneya Dewletê ya Datçayê hatin kontrolkirin. Piştî kontrolê cendirmeyê wan bişînin Şaxa Biyaniyan a Midûriyeta Ewlehiyê.