Zehraya qîza malbata Ebrahîmî ya 13 salî, ku 2 sal berê, ji ber şerê navxweyî yê welatê xwe Efxanistanê revîbûn û hatibûn li Çanakkaleya Tirkiyeyê bi cih bibûn, 5 meh e ku winda ye.
Danyal Ebrahîmiyê bavê Zehrayê ji nûçegihanan re daxuyand ku qîza wî 5 meh berê çû dibistanê û ji dibistanê venegeriya malê.
Ebrahîmî got "Ez çûm ba hevalên qîza xwe, bi wan re axivîm; lê me tiştek bi dest nexist. Qîza min ji me re tu peyam neşand û ji nişka ve winda bû. Têlefona xwe jî li malê hiştiye û ne pere ne jî kinc bi xwe re birine."
Ebrahîmî got ku wî wêneya keça xwe ji hevalên xwe yên li Yewnanistan, Almanya û Swêdê dijîn re şandiye, lê digel xebatên lêgerînê ew negihiştine encamekê.
Zeynepa xwuşka Zehrayê ya 12 salî jî got "Xwuşka min tirkî baş zane, li Çanakkaleyê ji efxanan re tercumanî dikir."