Li Bodrûmê di encama binavbûna bota qaçaxçiyan de li gorî encamên ewil 2 kes mirin û 65 kes jî hatin xelaskirin.
Li gorî agahiya ku hat bîterkirin, bota lastîk a welatiyên Sûriyeyê yên hewl dan ku bi awayekî derqanûnî derbasî girava Kosê ya Yewnanistanê bibin, li peravê girava Karayê binav bû.
Li ser hawara masîvanan gelek ekîbên Ewlekariya Qeraxan û Komeleya Xelaskirina ji Behrê ya Bodrûmê hatin sewqkirin. Helîkoptereke Fermandariya Ewlekariya Qeraxan jî tevî xebatên xelaskirinê bû.
Ekîban tevî zarokan 64 kesên ku li ber xeniqînê bûn xelas kirin. Qaçax anîn Mîlta Marîna ya li Bodrûmê û li vir jî hinek ji wan rakirin nexweşxaneyên li navçeyê.
Ekîbên ku xebatên xwe domandin ji behrê cesedê jin û zarekî ji derxistin. Cesed rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bodrûmê.
- Kesekê ku bi ajneyê xwe gihand girava Karayê hat xelaskirin
Ekîbên ku li herêmê xebatên xwe dewam kirin, dîtin ku girava Karayê kesek li benda alîkariyê ye. Kesê hat tespîtkirin ku bi ajneyê xwe gihand giravê, bi bota ekîba Komeleya Xelaskirina ji Behrê ya Bodrûmê ve anîn qeraxê.
Ekîb li gorî îfadeya qaçaxan li 4 kesên ku tê zenkirin winda ne, digerin.
Ji bo tespîtkirina nasnameya qaçaxan dest bi xebatê kirin.