2015 ж. 25 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 25 қыркүйек
HATAY
Mêrê Şûa û Hekîme Cedan ên xuşkê hev ji vir 3 sal û nîv berê ji bo ku herin bazarê ji mal derketin careke din nezivîrîn û di girtîgeha Helebê ya di destê rejimê da mirin.
Herdu xuşk ji vir mehekê berê ji Îdlibê revîn û xwe sipartin Reyhanliyê û di maleke kû ji çevî ode pêk tê da dimînin. Zarokên xuşkekî 4 in yê ya din jî 2 nin û êşa kuştina mêrên wan dilê wan dax dike.
Şûa Cedana 35 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di destpêka şerê navxweyî da li Îdlibê jiyana xwe didomandin.
Cedan destnîşan kir ku di bin bombebaranê da bi mêr û zarokên xwe ra dijîn û wiha axivî: "Ji vir 3 sal û nîv berê mêrên me çûbûn bazarê. Wê şevê nezivîrin malê. Em li her alî geriyan lê belê me tu agahiyek bi dest nexist. Rojekî şûnda em hîn bûn ku di Girtîgeha Helebê da ne."
- "Cinazeyê wan jî nedan me"
Şûa Cedanê got ku her rojên ku mêrê wê li cem wê nebû ji bo wê wek zîndan bû. Cedanê got ji bo ji girtîgehê xeberekê hildin, mêrê xwe bibînin têkoşîn dan lê belê tu tiştek bi destê wan neket û wiha pê da çû:
"Ez li mêrê xwe geriyam. Lê belê tu tiştek bi destê min neket. Heman qeder hat serê xuşka min jî. Mêrê me nizanibûn ku sûcê wan çî ye ketin girtîgehê û careke din ji wir derneketin. Em li hêviyê man ku dibe derkevin û ji bo vê jî me demekê li Sûriyeyê jiyana xwe domand. Lê 2 meh berê xebera mirina wan hat. Me cinazeyên wan xwest. Ew jî nedan me. Em nikaribûn di bin pevçûn û bombeyan da bijîn û li ser vê revîn Tirkiyeyê."
Hekîme Candana 25 salî jî diyar kir ku mêrê wê û kekê wê di heman demê da hatin binçevkirin û piştî wê rojê tu carî firsend nedîtin ku bi wan ra biaxivin.
Hekîme Cedanê destnîşan kir ku hewl dide ku bi 2 zarokên xwe ra jiyana xwe bidomîne û wiha got: "Demeke dirêj li mêrê xwe geriyam. Em her roj li hêviyêbûn ku derkeve lê belê nebû. Ez nikarim ji zarokên xwe ra bêjim 'ev wêneya bavê we ye' lewra wêneyeke wî jî di destê min da tune. Di destê min da bi tenê serpêhatiyên me man."