2015 ж. 25 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 25 қыркүйек
CAKARTA
Li perava Papuaya Rojavaya herêma Endonezyayê erd bi lerza 6,6an hejiya.
Di daxuyaniya navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê da hat diyarkirin ku erdhej di saet 01.00an da 64 kîlometre di bin behrê da û 24 kîlometre dûrî beja qewimî.
Berdevkê Ajansa Kêmkirina Zirarên Afatê ya Neteweyî ya Endonezyayê Sutopo Purwo Nugroho di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku erdhejê qasî 2 deqîqeyan dewam kir û wiha got: "Li herêmê qasî 200 malî zirar dît. Rewşa 17ê wan giran 60 kes birîndar bûn."
Rayedaran destnîşan kirin ku li herêmê xetereya tisûnamiyê tune.
Endonezya di "herêma agir a Pasîfîkê" da ye û li ser xeta erdhej û teqînên agirîn da cî digrê. Di 26ê berfbarana 2004an da erd bi lerza 9,1ê hejiyabû û di tisûnamiyê da 230 hezar kes miribûn.