Gemlîka navçeya Bursayê erdhejeke lerza wê 3,9 çêbû.
Li gor agahiya Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê û Rasatxaneya Kandîlliyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê erdhej di saet 07.16an de çêbû. Rasatxaneyê diyar kir ku navenda erdhejê Gemlîk e û lerza wê jî 3,9 e.
Erdhej 6,3 kîlomêtro di bin erdê de çêbû û him navenda Bursayê û him jî li navçeyan hat hîskirin.