Hejmara kesên ku di erdheja Nepalê de mirin gihişt 7 hezar û 276an.
Wezîrê Enformasyonê Mînendra Rîjal got ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li paytext Katmandû û derdora wê temam bûn. Karê mayî dê xebatkarên li herêmê bikin.
Rîjal got ku gelê herêmê ji bo pîrozkirina rojbûna Gotama Bûda amadehiyan dike, herwiha kesên biyanî yên ku dixwazin alîkariyê bidin, bila alîkariya polês û eskerên ku li gund û qûntara çiya dixebitin bike.
Li Nepalê li Lamjunga ku 80 kîlomêtro bakurê rojhilatê paytexta Katmanduyê ye, roja şemiyê di saet 11.56an de erdhejeke ku lerza wê 7.8 bû çêbû. Herî dawîn li welêt di sala 1934an de erdhejeke lerza wê 8,1 çêbûbû û ji 10 hezaran zêdetir kes miribûn. Ji wê erdhejê vir ve ev erdhej erdheja ku lerza wê herî mezin e.
- Kalê 101 salî piştî 8 rojan hat xilaskirin
Di vê navberê de kalê 101 salî, piştî 8 rojan ji bin enqazê sax hat derxistin.
Navenda Rewşa Acil a Girêdayî Wezareta Karên Navxweyî ya Nepalê diyar kir ku Fûnchû Tamang, piştî 8 rojan ji bin enqaza xaniyê wî hat derxistin û sewqî nexweşxaneyê hat kirin.
Hat ragihandin ku Tamang ji destên xwe birîndar bûye û rewşa wî baş e.
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku dê alîkariya ku dişînin herêma ku erdhej lê qewimî, dewam bike.