BAKTAPÛR
Li Nepalê di 25ê Nîsanê de erdhejeka bi lerza 7.8an qewimî û gelek can û mal çûn. Ji ber vê felaketê gelek saziyên alîkariyê yên navneteweyî jî ji bo di qada sihetê de xizmetê bidin berê xwe dan Nepalê.
Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî (AID) ya ku navenda wê Stenbol e jî ji wan saziyan yek e û niha jî di kona ku li bajarê Baktapûrê vegirtiye de xizmetê dide û birînên felaketzedeyan derman dike.
Doktor Nedîm Ûzûnê dildar ê ku endamê AIDê ye, roja erdhêj pêk hat bi ekîba lêgerîn û xilaskirinê ya Weqfa Alîkariya Mirovahî ya ÎHHyê re hat paytext Katmandûyê. Ûzûn diyar kir li Meydana Darûrê ya ku li navenda Baktapûrê ye konê xwe vegirtin û li wê derê birîndar û nexweşan tedawî dikin û wiha dewam kir: "Ji herêmên ku erdhejê herî zêde lê tesîr kiriye yek jî Baktapûr e. Li vê derê xelkê ku xaniyên wan hilweşiyane di nav şert û mercên pir zehmet de ne û ji xizmetê mehrûm in."
Ûzûn destnîşan kir ku piştî erdhejê pirsgirêka herî mezin a li welêt siheta xelkê ye û wiha dewam kir: "Li vê derê ji 200 zêdetir mirî û ji 2 hezarî zêdetir jî birîndar hene. Piştî erdhejê ava vexwarinê û derman peydakirin pir zehmet e."
Bijîşkê dildar ragihand ku li herêmê 30 hezar berû û dermanên ku avê ji klorê paqij dike dan xelkê û ji 500î zêdetir jî kes mûayene kirin.
Ûzûn qala xebatên ku AID dike kir û xwest ku bijîşkên dildar bila bên herêmê lewra niha hewcedarî pir bi wan heye.