KATMANDÛ
Li Nepalê otobêsa rêwiyan qeza kir û di qezayê de 14 kes mirin.
Rayedarê hikûmeta herêmê Shîva Raj, diyar kir ku otobês li herêma Palpayê ji rê derket û ket çemê Bhalûkholayê.
Hat ragihandin ku qeza li rojhilata bakurê paytexta Katmandûyê, li bajaroka Chîdîpaniyê çêbû û di encama qezayê de 12 kes li cihê qezayê, 2 kes jî li nexweşxaneyê mirin.
7 kesên ku di qezayê de birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneyê.