Li Nepalê hejmara kesên ku di erdhejê de mirin gihîşte 7 hezar û 500î.
Di erdheja Nepalê ya ku 10 roj berê çêbû û lerza wê 7,8 bû de hejmara miriyan zêdê bû û derket 7 hezar û 500 kesî.
Ji yek rayedarên herêma Rasuwayê Gautam Rîmal got ku timên xilaskirinê li herêma Langtangê ji 60î zêdetir cesed dîtine û jê 9 turîst in.
Rîmal got ku ji ber erdhejê hezaz çêbûn û tîmên xilaskirinê erdê vedikolin ku bigîhîjin gundan.
Rîmal wiha axivî: "Ji ber hezazê gundek ji holê rabû. Li gund ji 60î zêdetir avahî hebûn û hemû di bin axê de man. Dibe ku em nikaribin hemû gundiyan bibînin jî."
Geliya Langtangê ji ber ku çiyayê Himalayayê dibîne turîst zêde diçin li wê geliyê.
Nepal welatekî feqîr e û zêdetir bi dahata turîzmê ve debara xwe dike. Hikûmeta Nepalê duh bangî civaka navneteweyî kiribû ku zêdetir alîkariyê bişînin Nepalê.
Lijneyên alîkariyê yên navneteweyî daxuyandin ku piştî erdhejê dibe ku nexweşiyên şofî zêde bibin û ji bo vê jî divê tevdîr bên hildan.