Qeyrana aboriyê ya ku li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) çêbû, li piyeseya zêran jî tesîreke neyînî kir. Li herêmê ji ber ku piyaseya zêra sekinî, zêrker mecbûr man ku dikanên xwe bigrin.
Alîkarê Serokê Sendîkaya Zêrkeran a HKIyê Umît Ahmet daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku qeyrana aboriyê bandorekî neyînî li sektora zêran kir û wiha dewam kir: "Berê HKIyê salane 3 ton û nîv zêr îthal dikir. Niha ev rêje daket bin 2 tonan. Herwiha firotina zêran jî ji sedî 80î ket. Gelek zêrkeran jî dikanê xwe girtin."
Ahmet destnîşan kir ku berê serê kîloya zêr 10 hezar dînar bac dihat dayîn; lê belê niha bac bû 315 hezar dînar. Ahmet got ku zerker ji ber bacê bihaya zêran zêdetir dikin û ji ber vê yekê jî kes zêr nastîne.
Ahmet destnîşan kir ku li herêmê ji ber bihaya zêran zêde ye, dawet jî kêm bûn. Ahmet got ku berê ji bo mehîrê 450-500 gram zêr distandin lê niha ev jî daket 40-50 gramî.
Ahmet got ku li Herêma Kurdistanê herî zêde zêrê Tirkiyeyê tên firotin û wiha pê de çû: "Ji Mîrîtiyên Erebî yên Yekbûyî (MYK), Hindistan, Îran, Sîngapûr û Quweytê zêr îxaracê HKIyê tê kirin. Lêbelê gelê herêmê ji bo kalîteyê herî zêde zêrê Tirkiyeyê distîne."