Li Papûa Gîneya Nû erdheja ku lerza wê 7,4 e çêbû.
Navenda erdhejê Kokopoya bajarê li Herêma Brîtanyaya Nû ye. Erdhej 130 kîlometre di bin erdê de çêbû. Piştî erdhejê hin rê ji çûnûhatinê re hatin girtin. Li gor saeta herêmî erdhej di saet 01.44an de çêbû.
Li gor daxuyaniya Navenda Lêkolînê ya Jeolojîk a DYAyê piştî erdhejê hişyarî hat dayîn û hat gotin ku dibe ku piştî erdhejê li Papûa Gîneya Nû, Giravên Solomonê, Endonezya, Vanûatû, Fîjî, Filîpîn û giravên 300 kîlometre dûrî navendê ne, tsûnamî çêbe.