2015 ж. 26 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 26 қыркүйек
BEXDA
Ji bo ku şêwba kolerayê ya li Bexdaya paytext û wilayetên derdorê hildin bin kontrolê, Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî telîmat da ku bi awayekî bilez tevdîrên hewce werin standin.
Li gorî nûçeya ku li ser têlevîzyona dewleta Iraqê hat weşandin, Serokwezîr Îbadî xwest ku bi awayekî bilez tevdîr werin standin û madeyên mîna klor û şapê yên ku di parzûnkirina ava qirêj de tên emilandin, werin peydakirin û ji bo vê jî ji Wezareta Darayê daxwaz kir ku di demeke kin de biryarên maseya krîzê ya têkoşîna bi Kolerayê re cîbicî bike.
Lijneya Wezîran roja sêşemê di civîna xwe ya heftane de biryar dabû ku ji bo standina klor û şapê ji budçeyê 10 milyar dînar bilez were veqetîn.
Wezareta Tenduristiyê jî daxuyandibû ku li paytext û wilayetên derûdora wê di 23 kesên din de jî ew rastî kolerayê hatin.
Waliyê Bexdayê Elî Muhsîn et-Temîmî jî duşemê daxuyandibû ku li Bexdayê hejmara weqayên kolerayê derket 159an û wiha gotibû, "Li Bexda û 5 bajarên li başûrê wê em rastî weqayên kolerayê hatin. Heta niha ji ber kolerayê 8 kes mirin."
Li Iraqê ji ber belavbûna weqayên kolerayê, Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê daxuyanî belav kiribû ku wan dîroka destpêka dibistanan taloqê 18ê cotmehê kir. Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê jî daxuyanî dabû wekî ji bo ku li Iraqê kolera belav nebe, wan tevdîrên ku dê kêrî hikûmeta Iraqê werin, standin.
Tê gotin ji ber ku li Iraqê kêmasiya avê heye û hewa jî pir germ e, vîrusa kolerayê asantir belav dibe.
Di serî de Kerkûk û Silêmanî li herêmên bakûrê Iraqê di 2007 û 2012an de weqayên kolerayê xwe nîşan dabûn.