Wezîrê Neftê yê Iraqê Adil Evdilmehdî got: "Armanca me ew e ku em piştî temîra bîrên neftê yên li Kerkûkê, rojane ji herêmê 800 hezar warîl neftê sewq bikin. Ev jî encax bi alîkariya hemû aliyan dê pêk bê. Lihevnekirin dê encax zirarê bide me."
Evdilmehdî ragihand ku peymana ku bi Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) re çêkiribû dê dewam bike û mîqdara neftê ya ku ji Kerkûkê tê îxrackirin zêde bikin.
Wezîrê Neftê Evdilmehdî bi Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm re hevdîtin kir. Evdilmehdî piştî hevdîtinê bi lijneya gel xwe re bîra neftê ya Habbazê ya ku 20 kîlometre dûrî bajêr e ziyaret kir. Çaxê ziyaretê li herêmê bi berfirehî tewdîrên ewlehiyê hatin hildan. Rêxistina terorê ya DÎŞIyê di 30yê rêbendanê de êrîş biribû ser herêmê û bîrên neftê texrîb kiribûn. Evdilmehdî li herêma ku bîrên neftê li wir in û lêkolîn kir û li vir daxuyanî da rojnamegeran destnîşan kir ku bîrên sereke yên neftê li vê herêmê ne û ji bo hemû iraqiyan girîng e.
Evdilmehdî destnîşan kir ku ji bo ji herêmê zêdetir neft bê derxistin dê xebatên xwe bi lez û bez bidomînin û wiha dewam kir: "Peymana ku me bi herêma Kurdistanê re îmze kiribû dê bi heman awayî dewam bike. Di çarçoveya vê peymanê de geşkirin û pêşvebirina bîrên neftê yên li Kerkûkê û şîrketên xazê cih digrin."
Wezîrê Neftê Evdilmehdî got ku di halê hazir de niha ji Kerkûkê rojane 200 hezar warîl neft tê sewqkirin, ji ber bûyerên şidetê yên ku li herêmê çêbûn, sabotaj û hin sedemên din negihiştin reqama ku wan dixwast. Evdilmehdî wiha dewam kir: "Armanca me ew e ku em piştî temîra bîrên neftê yên li Kerkûkê, rojane ji herêmê 800 hezar warîl neft sewq bikin. Ev jî encax bi alîkariya hemû aliyan dê pêk bê. Lihevnekirin dê encax zirarê bidin me."
Kerkûka ku lê tirkmen, ereb û kurd dijîn, yek ji bajarê bîrên neftê lê herî zêde ne ye. Ji bajêr rojane 200 hezar warîl neft tê îxrackirin û ev reqem ji bo budçeya Iraqê zehf girîng e. Ji bo ku bîrên neftê li Kerkûkê zêde ne, Kerkûk bû yek ji hedefên DÎŞIyê û bi taybetî jî li başûrê Kerkûkê şer çêbû. Ji bo ku tesîsên di kontrola Şîrketa Neftê ya Bakur de, nekevin destê DÎŞIyê gelek pêşmerge sewqî herêmê kiribûn.