2015 ж. 26 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 26 қыркүйек
BEYRÛT
Sekreterê Giştî yê Hizbûllaha Libnanê Hesen Nasrallah ji ber bûyera li Mînayê ku di îzdihamê da bi sedan kes mirin, Erebistana Siûdî sûcdar kir.
Nasrallah daxuyanî da televizyona "El-Menar"ê ya Libnanê û wiha got: "Divê alema Îslamê jî tevlî lêkolînên Erebistana Siûdî ya der barê bûyerê da bibe."
Nasrallah di berdewamiyê da wiha axivî: "Bûyera li Mînayê dikin melzemeyê nîqaşên siyasî. Ya maqûl ew e ku Erebistana Siûdî berpirsiyariya xwe qebûl bike. Divê nûnerên dewletên wek Îran û Fasê ku welatiyên wan mirin û yên din tevlî lêpirsînê bibin."
Li gor agahiyên dawîn li Mînayê di îzdihamê da 753 kes mirin û 887 kes jî birîndar bûn.