Hat ragihandin ku li Trablusa bajarê Libnanê êrşên xwekujiyê hatin kirin û di êrîşê da li gor agahiyên ewil 9 kes mirin û 35 kes jî birîndar ketin.
Li gor xebera NNAya anajsa nûçeyan a fermî ya Libanê li herêma Cebel Muhsîn a Trablusê di kafeyekê da pey hev du 2 êrîşên xwekujiyê hatin kirin û di êrîşê da li gor agahiyên ewil 9 kes mirin û 35 kes jî birîndar ketin.
Direktorê Xaçê Givez ê Libnanê George Katana jî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hejmara birîndaran 36 e.
Wek mayîn Waliyê Libnana Bakur Remzî Nuhra jî di daxuyaniya xwe da eşkere kir ku li Cebel Muhsîn û herêmên dorberê hetanî sibê şebeqê saet 07.00an derketina kuçeyan hat qedexekirin.
Wezîrê Tenduristiya Libnanê Welî Ebu Faur destnîşan kir ku hemû birîndar rakirin nexwaşxaneyên li herêmê û tên dermankirin.
Wek mayîn kanalên xeberan ên herêmê îdia dikin ku "DÎŞIyê berpirsiyariya êrîşê hilda histuyê xwe û êrîşkar welatiyên Yêmenê ne.