İdiris Okuduci
09 Gulan 2024•Rojanekirin: 10 Gulan 2024
Hat ragihandin, artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê êrîşî wesayîteke di rê da kir û di encamê da 4 kes hatin kuştin.
Li gor nûçeya NNAya ajansa fermî ya Libnanê, balafirên şer ên Îsraîlê li ser rêya beldeya Bafliyeyê ya li başûrê Libnanê wesayîteke di rê da kir hedef.
Di daxuyaniya Midûriyeta Parastina Sivîlan a Libnanê da hat diyarkirin ku wesayîta bû armanc bi temamî şewitî û 4 kesên di wesayîtê da hatin kuştin.
Her wiha di daxuyaniyê da hat gotin ku cinaze veguhestin nexweşxaneyeke li bajarê Sûrê.