Aslan û Demez ji bo ku êrîşên rêxistina terorê yên DÎŞIyê şermezar bikin, ji Zozana Feraşînê rê ketin ku herin navenda bajêr.
Aslan û Demez pankarteke ku li ser "Şengal Kerbeleya Duyemîn e" nivîsandî vekirin û piştî 120 kîlomêtro meşiyan, gihîştin Wanê.
Serokê Şaxa Mazlûm Derê yê Wanê Yakup Aslan ji rojnamevanan re got ku ew ji bo ku êrîşên DÎŞIyê şermezar bikin û balê bikşînin li ser tîbûn û birçîbûna êzdiyên Şengalê meşîyan e.
Aslan daxuyand ku çalakiya wan çalakiyeke xweser e û ew ji bo tu partî û saziyan nemeşiyane. Aslan wiha got: "Çalakiya me li hember zaliman çalakiyeke takekesî ye û protestoyeke mirovî ye."
Omer Demez jî daxuyand ku dîn û nijada zaliman ne girîng e, zalim kî dibe bila bibe ew ê li hember wan bisekinin.