2015 ж. 27 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 27 қыркүйек
MEKKE
Wezîrê Tenduristiyê yê Erebistana Siûdî Xalid bîn Evdilezîz el-Falîh destnîşan kir ku hejmara kesên ku di îzdihama li Mînayê da mirin derket 769 kesî û hejmara kesên birîndar jî derket 934 kesî.
Xalid bîn Evdilezîz el-Falîh li Nexweşxaneya Mînayê civîna çapemeniyê çêkir û wiha got: "Di îzdihama li Mînayê da hejmara kesên ku mirin derket 769 kesî û hejmara kesên birîndar jî derket 934 kesî. Me hemû derfetên xwe ji bo heciyan seferber kiriye."
Falîh destnîşan kir ku bi tîmên tenduristiyê û parastina sivîl midaxeleyî bûyerê dikin û wiha xeberda: "Tîmeke tenduristiyê ya ku ji 25 hezar kesî pêk tê li ser kar e."
Wek mayîn Falîh diyar kir ku li ser daxwaza Qral Selman bîn Evdilezîz der barê bûyerê da lêpirsîn dest pê kir û got wê encamên lêpirsînê bi çapamenî û raya giştî ra parve bikin.