Sabri Kesen
08 Hezîran 2025•Rojanekirin: 09 Hezîran 2025
Bi sed hezaran heciyên ku li xaka pîroz peywira xwe ya hecê tînin cih, di roja sêyem a Eyda Qurbanê da jî şeytan da ber keviran.
Heciyên qefle qefleyî çûn Cemeratê, li vir her yekî heft kevir avêtin "şeytanê piçûk, navîn û mezin." Heciyan bi vî awayî di 3 rojan da 49 kevir avêtin şeytan.
Piştî ku kevir avêtin şeytan, beşek ji heciyan çûn Kabeyê û tewafa ziyaretê pêk anîn, hinek jî çûn otêlên xwe ku vehesin.
Hecî dê sibê heya wextê nimêja sibehê şeytan bidin ber keviran.