Îsraîlê Fîloya Azadiyê ya ku ji bo veguhastina alîkariyê bo Xezeyê derket rê tehdîd kir

Quds
Wezîrê Parastina Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku ji bo rêlibergirtina gihîştina keştiya Madleenê ya aidê Koalisyona Fîloya Azadiya (Freedom Flotilla Coalition-FFF) ber bi keviyên Xezeyê ferman daye artêşa Îsraîlê ku "çi lazim be bike".
Katz di parvekirina xwe ya li ser hesabê medyaya civakî da keştiya Madleenê ya ku barê alîkariya mirovî vediguhêze Xezeyê tehdîd kir.
Keştiya ku bi 12 kesan ku di nava wan da çalakvana navbang a cîhanê Greta Thunberg jî heye û di nava avên bejaya Misrê da pêş va diçe dixwaze embargoya Îsraîlê ya li ser Xezeyê bişikîne.
Katz fotografê hevdîtina xwe ya digel Sererkanê Îsraîlê Eyal Zamîr û fermandarên hêzên deryayî parve kir û wiha got, "Min ferman da ku ji bo rê li ber keştiya Madleena nefretê bêgirtin û negihije Xezeyê. Ez bi eşkere ji Greta ya Dije-Cihû (antîsemîtîk) û berdevkên Hemasê ra dibêjim: Vegerin, çimkî hûnê negihijin Xezeyê."
Katz anî ziman ku ji bo hemî hewlên şikandina eblûqeya li ser Xezeyê ewê Îsraîl li asîman, derya û bejayê destbikar bibe.