2016 ж. 29 шілде•Rojanekirin: 2016 ж. 30 шілде
ANKARA
Ji ber hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) xebatkarên kamuyê yên ku îznê wan hat betalkirin dema bixwazin û îspat bikin wê bikaribin destûrê hildin û herin hecê.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hildan xebatkarên hatine dûrxistin, der barê wan da jêpirsîn, şopandin û jêxpirsîna îdarî dest pê kiriye ne tê da karmendên bixwazin herin hecê û ferza dînê xwe bi cih bînin dema rewşa xwe bi belgeyekê îspat bikin hemû rojên wan ên hecê wê ji îzna salane bên dayîn.
Ji ber hewla derbeya FETOyê îzna hemû xebatkarên kamûyê hatibû betalkirin û karmendên derketibûn îznê jî vegeriyan ser karê xwe.