Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi endamê Konseya Dewleta Sê Şaxî ya Bosna Hersekê Bakîr Îzzetbegovîç re li pêşangeha wêneyan a Anadolu Agencyê (AA) ya ku li Parlementoya Bosna Hersekê hat vekirin geriya.
Serokomar Erdogan di çarçoveya ziyareta xwe ya fermî ya yek rojî de çû Saraybosnaya paytextê Bosna Hersekê. Erdogan li Bosna Hersekê beşdarî merasima îmzeya 50 projeyên ewil û nasandina xeta krediyê ya duyemîn a bi qasî 50 milyon euroyî ya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bo piştgiriya dezgehên biçûk hat tehsîskirin bû. Serokomar Erdogan piştî merasimê bi endamê Konseya Dewleta Sê Şaxî ya Bosna Hersekê Îzzetbegovîç û Serokê Lijneya Wezîran a Bosna Hersekê Denîs Zvîzdîç re li pêşangeha wêneyan a Serwîsa BSHyê ya AAyê geriya.
Serokê Lijneya Birêvebirinê û Midûrê Giştî yê AAyê Şenol Kazanci der barê 38 wêneyên di pêşangehê de agahî dan Serokomar Erdogan û kesên bi wî re.
Wêneyê ku herî zêde bala Serokomar Erdogan û kesên bi wî re kişand ew wêne bû ku par di bobelata lehiyê ya Bosna hersekê de hat kişandin û îdareya Posteyê ya Bosna Hersekê (BH Poste) wek pûl çap kir.
Kazanci pula posteyê ya taybet a ku îdareya Posteyê ya Bosna Hersekê ji ber salvegera lehiya ku par di meha gulanê de çêbû, çap kir da Serokomar Erdogan.