Serokê Lijneya Rêvebirinê û Mûdirê Giştî yê Anadolu Agencyê (AA) Şenol Kazanci destnîşan kir armanca avakirina AAyê ew bû ku di Şerê Rizgariyê de dengê Anadoluyê bigehîne dinyayê û wiha got: "Piştî 95 salan armanca me jî ew e ku emê dînamîkên guhertinê yên navxweyî û dereke bişopînin û cihê xwe bêtir saxlem bikin, em ê vê peywira ku dan li ser milên me bi hafizeya dezgeheke domdar ve dewrî nifşên li dû xwe bikin û ji dinyayê re serboriya Tirkiyeyê vebêjin."
Kazanci di peyama xwe ya ku bi minasebeta 95emîn salvegera damezirandina Anadolu Agencyê ve weşand de, di 6ê Nîsana 1920î de damezirandina AAyê wekî "gîrîzgaha damezirandina Komara Tirkiyeyê" pênase kir.
Kazanci bi bîr xist ku AA 17 roj beriya vekirina TBMMyê, bi telîmata avakarê Komara Tirkiyeyê Mistefa Kemal Ataturk ve hatiye damezirandin û wiha domand: "Ajansa Anadoluyê şahidiya hemû qonaxên têkoşîna neteweyî û şerê rizgariyê kir û di avakirina Tirkiyeyê û di berxwedana azadî û siberojê de roleke sereke leyîstiye."
Kazanci di peyama xwe de balkişand ku pêvajoya berxwedana neteweyî ya ku 95 sal beriya niha li hemberê dagirkirina Stenbol û Anadoluyê hat dayîn, bû destpêka dubare hişyariya me û wiha berdewam kir:
"Rewşenbîrên me yên Tirk, Halîde Edîp û Yunus Nadî yên ji bo ku piştgiriyê bidin berxwedana li Anadolu û Balkanan derketin ser rê, ji bo dîplomasiya navdewletî û ji bo têkoşîna li dijî propagandaya dewletên cihanê gîrîngiya ragihandinê fêm kirin û biryara avakirina ajanseke milî dan. Anadolu Agency di wan rojên dijwar de bû navgîna berxwedanê û dîsa bi xêra AAyê gel ji rastiyan agahdar bû û ya herî gîrîng jî AAyê mîsyona sazkirina têgihîştina nûçeyên neteweyî bi cih anî.
- "Jêderka nûçeyên ewledar"
Kazanci got ku AA jêderka nûçeyên ewledar e û wiha destnîşan kir: "Ji 2015an û şûnde li 86 welatan nûnertiyên AAyê hene, di bin banê AAyê de ji 79 nijadên cuda bi tevahî 2 hezar û 360 xebatkarên wî hene. AA rojê biqasî 2 hezar û 200 nûçe, hezar û 900 wêne û 250 vîdeo pêşkêş dike."
Serokê Lijneya Rêvebirinê û Mûdirê Giştî yê AAyê Kazanci diyar kir ku ji dawiya sala 2014an û pê ve AA bi 8 zimanan weşanê dike û li 45 welatan jî hejmara aboneyên wî gihîşt 450yan û wiha domand:
"Em bi minasebeta 95emîn salvegera damezirandina AAyê û 100emîn salvegera Serfiraziya Çanakaleyê ve em şehîdên xwe yên ezîz bi rehmet bi bîr tînin. Em ji bîr nekin ku armanca avakirina Anadolu Agencyê ew bû ku di wextê Şerê Rizgariyê de dengê Anadoluyê bigehîne dinyayê. Piştî 95 salan armanca me jî ew e ku emê dînamîkên guhertinê yên navxweyî û dereke bişopînin û cihê xwe bêtir saxlem bikin, emê vê peywira ku dan li ser milên me bi hafizeya dezgeheke domdar ve dewrî nifşên li dû xwe bikin û ji dinyayê re serboriya Tirkiyeyê vebêjin. Ji ber ku piştgirî dan pêşketina Anadolu Agencyê ez spasiya xwe pêşkêşî Birêz Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Birêz Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdigan dikim û herwisa ez salvegera damezirandinê li hemû xebatkarên berê û yên niha yên ku keda wan çêbû, pîroz dikim."