2015 ж. 27 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 27 қыркүйек
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-mun ji Macerîstanê xwest ku bira li gor rûmet û mafên mirovan miemeleyê li penaberên Sûriyeyî bike.
Sekreterê Giştî Ban bi serokên ku ji bo xebatên Lijneya Giştî ya NYyê li New Yorkê ne ra civînan dike. Ban di hevdîtina bi Serokomarê Macerîstanê Janos Ader ra li ser penaberên Sûriyeyî axivî.
Ban destnîşan kir ku haya wî ji barê ku ji ber hatina penaber û koçberan kete ser pişta Macerîstanê heye û balkişand ku dibê li gor rûmet û mafên mirovan miemeleyê li penaberên Sûriyeyî bike.
Sekreterê Giştî Ban Kî-mun di civîna bi Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdî Adil bîn Ehmed el-Cubeyr ra kir da jî bal kişande ser pevçûnên li Yêmenê.
Di hevdîtinê da li ser tehdîdên terorê yên li Yêmen, Sûriye û herêmê hat axaftin, Ban di hevdîtinê da nêrîna xwe dubare kir û got ku pirsgirêka li Yêmenê bi rêyên leşkerî nayê çareserkirin, dibê li Yêmenê demildest agirbest bê îlankirin û alîkariyê mirovahiyê bê zêdekirin.
Ban ji bo îzdixama li Mînayê jî serxweşî da Erebistana Siûdî.