Vîrusa coronayê ji cureya nexweşînên SARSê yek e û heta niha 139 kes bi vê nexweşiyê mirin. Ji vê nexweşînê re MERS-CoV jî tê gotin.
Hat diyarkirin ku herî dawîn li Riyadê di 4 kesan de, li Cîddeyê 2 kesan de û li Mekkeyê jî di kesekî de ev vîrus hatiye tespîtkirin.
Di meha gulanê de heta niha 109 kes bi vîrusa coronayê ketine û ji wan jî 28 kes mirine. Ji sala 2012an heta niha ev vîrus di 480 kesan de hat tespîtkirin û ji wan jî bi tevahî 139 kes mirin.
Wezîrê Tenduristiyê Adil Faqih hişyarî dabû ku bila welatî bê lepik destê xwe bi hêştira nekin û şîrê hêştiran jî heta ku nekele bila neyê vexwarin û dema goştê hêştiran yê nepijandî tê xwarin jî tewdîran hildin.
Zanyarên Amerîkayî wisa texmîn dikin ku ev nexweşî ji hêştiran derbasî merivan dibe.
Vîrusa coronayê ya ku cureyekî SARSê ye, cara ewil di îlona 2012an de hatiye tespîtkirin. Vîrus di serî de li Erebistana Siûdî û li Rojhilata Navîn tê dîtin û zirarê dide gurçik û pişikan. Ji bo tedawîkirina vê nexweşînê hêj derman nehatiye dîtin.