Hat ragihandin ku hêzên koalîsyona di serkêşiya Erebistana Siûdî de li El-Xudeydeya Yêmenê ji hewayê êrîşî yekîneyên parastin û balafirgeha leşkerî kirin.
Li gor agahiyên şahidan hêzên koalîsyonê 15 caran ji hewayê êrîşî balafirgeha leşkerî kirin.
Li Ed-Daxiya Xudeydeyê jî hêzên koalîsyonê êrîşî kampa Tevgera Ensarullahê (Hûsî) û kampa El-Cebbaneyê kirin.
Wek mayîn hûsiyan li hin taxên Taîzê bi rokêtan êrîş kirin û di êrîşan de 3 kes mirin, 25 kes jî birîndar bûn.