Navenda Perwerdeyê ya Sakurayê ji aliyê gelê japon va ji bo zarokên sûriyeyî li navçeya Yayladagê hat vekirin. Zarokên ku li vê derê perwerde bûn, karneya xwe hildan.
Zarok serê sibê hatin dibistanê û piştî dersa dawiyê li polan civiyan.
Merasima karnamedayînê hat lidarxistin û Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Yayladagê Mustafa Ozturk got ku dibistan ji 12 polan pêk tê û 19 mamosteyan perwerde da. Ji pêşdibistanê hetanî pola 9emîn ya lîseyê bi tevahî 320 xwendekar perwerde bûn.
Piştî axaftinê karnameyên xwendekaran hatin belakirin û xwendekar kêfxweş bûn.
Nur Topalcaya ku diçe pola 5emîn got ku wê pola yekem li Sûriyeyê xwend û paşê hat Tirkiyeyê.
Topalcayê daxuyand ku karnameya wê pir baş e û ew dixwaze ku bibe bijîşk. Topalcayê ji bo derfetan ji Tirkiyeyê ra sipas kir.