Hat ragihandin ku li Yêmenê agirbesta ku di navbera hêzên gel ên alîgirên Serokomar Abdûrabbû Mansûr Hadî û hûsiyan de hatibû îmzekirin, dîsa hat îxlalkirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin hildan, di navbera hêzên gel ên alîgirên Hadî û hûsiyan de li taxên el-Hasab û el-Mûrûr ên ser Tarîzê, şer çêbû. Her wiha ji Kolana es-Sîttîna ku dikeve aliyê bakurê bajêr jî dengê teqîna bombeyan hat.
Li Yêmenê pêr di saet 23.00an de agirbestê dest pê kir. Agirbesta ku dê 5 rojan dewam bikira li bajarê Ed-Dalî, Taîz û El-Cewfê hatibû îxlalkirin.
Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry û Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Adil el-Cûbeyr îlan kiribûn ku li Yêmenê agirbesteke bi qasî 5 rojan dê ji 12ê gulanê pê ve dest pê bike.