Gelê Kobanêya ser Helebê dixwaze bajarê wanê ku di şer û pevçûnên di navbera DAEŞa rêxistina terorê û hin komên kurdan de wêran bû, ji nû ve bê avakirin.
DAEŞ piştî şer û pevçûnan ji herêmê vekişiya. Gelê herêmê jî piştî 4 mehan hêdî hêdî dest bi vegerê kir. Li herêmê niha jiyan normal e. Kobanê di şer û bevçûnan de ji hewayê ve hatibû bombekirin, ji ber vê yekê hemû avahiyên li herêmê serobin bûn. Herêm niha wek kavilekê dixuye û gelê herêmê ji bo vesazkirina xanî û karxaneyên xwe hewl didin.
Market, loqente, dermanfiroş û berberên li herêmê ji nû ve dikanên xwe vekirin û niha dixebitînin. Sûriyeyiyên ku xaniyên wan bi tevahî bûn xirb jî li bal xizmên xwe dimînin.
Kobanêyî li bendê ne ku saziyên navneteweyî yên alîkariyê, ji bo vezaskirina memleketê wan alîkariyê bidin. Herwiha kobanêyî spasiya Tirkiyeya ku di demên dijwar de alîkarî da wan dikin.
- "Ji sisêyan yek avahiyên kamuyê bûn xirbe"
Nûnera yekîtiya Mîmar û Mihendîsên Tirk a Şanliurfayê Rûken Okyay Çîçekê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku wan li Kobanê lêkolîn kir û raporêk amade kir.
Çîçekê got ku wan di 44 avahiyên kamuyê yên li herêmê de xisar tesbît kir û wiha axivî: "Me di 44 avahiyên kamuyê yên li herêmê de xisar tesbît kir. 14 avahî bûne kavil, ji yên mayîn jî ji sedî 30yî dibe ku mirov wan saz bike. Bajar ji sedî 70yî ji ber êrîşên hewayî hilweşiyaye. Ji bo nûkirin û vesazkirina herêmê pêdivî bi alîkariyê heye."
- "Vesazkirina herêmê ne hêsan e"
Fûad Mihemed Soroyê kobanêyî got ku ew nêzî 3 mehan berê vegerîn herêmê. Soro got me ji xwe re motorek kirî û pê xirbeyê xaniyê xwe paqij kir. Soro destnîşan kir ku ew zêdetirî mehekê ye ku bi paqijkirinê re mijûl in û wiha xeberda: "Ez digel 23 zarokên xwe bi rojane dixebitim. Ev der bi xebata mehan heta bi ya salan encax wek berê bibe. Em bi hêvî ne û xebatên xwe didomînin. Înşallah em ê memleketê xwe hêdî hêdî nû bikin."
Ehmed Xalidê ku li herêmê dikandariyê dike jî wiha axivî: "Niha li herêmê her tişt normal e. Lêbelê em nikarin enqazê rakin. Şikir ji Xwedê re esnafên herêmê hêdî hêdî dikanên xwe vedikin. Kêmasiyên me zehf in."