Kurdên Sûriyeyê yên ku xwe spartin Tirkiyeyê ji ber ku hemşehriyên wan ên ku di êrîşên DAEŞê yên li Kobanêyê de birîndar bûn, tedawî kir, spasiya Tirkiyeyê dikin.
Beşek Suriyeyiyên ku ji ber şerê di navbera DAEŞ û hin komên kurdan ê 8 meh berê xwe spartin Tirkiyeyê aniha jî li Tesîsa Sitirînê ya Sirûcê dimînin.
Di serî de Serokatiya Rêveberiya Rewşa Bilez û Afatê ya Serokwezîrtiyê (AFAD) û Kizilaya Tirk gelek dezgehên qamûyê alîkariya penaberan dikin.
- "Tirkiye nebûya em ê rezîl bûna"
Penaber Necmeddîn Ehmed di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de da bibîrxistin ku Tirkiyeyê beriya niha jî penaberên ji Sûriyeyê qebûl kirin.
Ehmed diyar kir ku ev biqasî 7 mehan e ku ew li kampa li Sirûcê dimînin û wiha xeberda: "Tirkiye her dem bû alîkarê me. Beriya şer jî û piştî şer jî alîkariyên xwe domand. Kiryarên DAEŞê di îslamê de cihê xwe tuneye. Mislimanek nikare tiştekî wiha bi misilmanekî din bike."
Azîz Berkel jî destnîşan kir ku di êrîşên dawîn ên li Kobanêyê de bi dehan kes li ser sifreyên paşîvê hatin kuştin.
Berkel diyar kir ku Tirkiyeyê ew ji rezîlbûnê xelas kirin û wiha dewam kir:
"DAEŞê di meha mibarek da jî êrîşê me kir. Em dixwazin ku DAEŞ di demeke nêz de biçe cihê ku jê hatiye. Di vê rewşa dijwar de Tirkiyeyê me parast û heke alîkariya me nekiribûya emê zar û zêç perîşan bibûna."