04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin, Amerîka ji bo ku piştgiriya operasyona Reqayê zêde bike, li Sûriyeyê balafirgeheke nêzî Kobanê fireh kir.
Orgeneral Carlton Everhartê 2yem, li Balafirgeha Andrewsê ya li eyaleta Marylandê ji endamên kongreyê ra der heqê operasyonên Fermandariya Îkmala Asîmanî da agahî da û diyar kir ku hin yekeyên fermandariyê li Sûriyeyê ji bejahiyê va piştgiriyê dide koalîsyona dijî DEAŞê û got ku wan li bakurê welêt balafirgehek fireh kir.
Orgeneral Everhart diyar kir, ev balafirgeh ji bo neqilkirina alav, ekîpman û personelan roleke xwe ya girîng heye.
Berdevkê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Albay John Thomas jî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku balafirgeha navborî nêzî Kobanê û 90 kîlomêtre ji aliyê bakur va dûrî Reqayê ye.
Thomas der heqê balafirgeha navborî da wiha got: "Ji bo hildana Reqayê û piştgiriya Amerîka û hêzên dijî DEAŞê ev balafirgehê jî were bikaranîn."
Thomas diyar kir, beriya ku balafirgeha nêzî Kobanê were înşakirin hêzên Amerîkayê li Tirkiyeyê 8emîn Balafirgeha Jetan a li Diyarbekirê û Balafirgeha Încîrlika li Edeneyê bi kar dianî û ji bo balafirgeha navborî wiha got: "Her tiştê ji bo şer, nêzîktir dike."
- "Balafirgeh dûrî menzîla DEAŞê ye"
Der heqê balafirgehê da îdia par jî hatibûn rojevê û Amerîkayê ev red kiribûn. Digel vê medyaya Amerîkayê îdia kiribû ku ji bo firehkirina balafirgehê par di meha sermawezê da leşekrên Amerîkayê bi balafirgeheke neqliyatê ya leşkerî ku C-130 e va li balafirgehê danîbû.
Berdevk Thomas diyar kir, balafirgeh ew qas hatiye firehkirin û çêkirin ku ne tenê ji bo C-130î, di heman demê da balafirên îkmalê yên C-17ê jî dikarin li balafirgehê daynin.
Thomas destnîşan kir, balafirgeh dûrî menzîla agirkirinê ya DEAŞA rêxistina terorê ye û wiha dewam kir: "Ji bo şerê Reqayê pîsta nêzî Kobanê û ji bo operasyona Mûsilê li Kiyarayê pîst hat çêkirin û ev herdu pîst dişibin hevdu. Herdu jî dûrî menzîlên agirkirinê ne, lê nêzî qada şer in."