04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
BEXDA
Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê bi Orgeneral Joseph Dunfordê Sererkanê DYAyê û heyeta pê ra li ofêsa xwe hat ba hev.
Di daxuyaniya ofêsa Ebadî da hat diyarkirin ku di heyeta mêvan da xêncî Orgeneral Dunford, Jared Kushnerê serşêwirmend û zavayê Donald Trumpê Sererkanê DYAyê, Thomas Bossertê Alîkarê Serok ê Berpirsiyarê Têkoşîna Dijî Terorê û Ewlekariya Neteweyî jî hebûn.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di hevdîtinê da li ser rewşa operasyona ji DEAŞê xilaskirina Mûsilê, piştgiriya ku koalisyon dide Iraqê û perwerdekirin û çekdarkirina hêzên çekdar ên welêt sekinîn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di hevdîtinê da wek mayîn rewşa kesên ku ji ber operasyonê ji cî û warên xwe bûne hat nirxandin û wiha hat gotin: "Heyetê piştgiriya ku di têkoşîna dijî terorê da didin hûkmetê dîsa anî ziman û got ku hêzên Iraqê yên ku dijî DEAŞê serkeftî bûn, eciband."
- "Di pêvajoya piştî DEAŞê da dibê têkiliyên Iraq û DYAyê hêzdar bibin"
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Iraqê da hat diyarkirin ku Wezîr Îrfan Xiyalî jî li Bexdayê bi heyeta DYAyê ra hat ba hev.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di hevdîtinê da li ser operasyona ku li Mûsilê didome axivîn û wiha hat gotin: "Heyetê destnîşan kur ku ew ê di têkoşîna dijî DEAŞê da piştgiriya ku didin hêzên Iraqê bidomînin, bal kişandin ku dibê piştî DEAŞê têkiliyên Iraq û DYAyê hêzdar bibin."
Di daxuyaniyê da cî dan fikr û ramanên Wezîrê Parastina Iraqê Xiyalî û wiha hat gotin: "Di pêvajoya piştî DEAŞê da dibê têkiliyên Iraq û DYAyê hêzdar bibin. Eva pêvajoya jî ew ê bibe pêvajoya perwerdekirina hêzên Iraqê û dayîna çek û cabilxaneya modern. Pêvajoya piştî DEAŞê ew ê bibe pêvajoya avakirina tiştên ku terorê xirab kiribû."