KERKÛK
Alîkarê Serokê Meclisa Bajarê Mûsilê Nûrettîn Kaplan diyar kir ku operasyona rizgarkirina Mûsilê ma payîzê.
Kaplan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û û wiha got: "Operasyona rizgarkirina Mûsilê ma payîzê lewra hikûmeta Iraqê ya navendî di her fersendê de dibêje heta ku Ramadî ji DAEŞê neyê rizgarkirin nikarin derbasî 'Mûsilê' bibin. Ji bo rizgarkirina Ramadiyê hêj gelek tiştên ku hewce dikin hene. Piştî operasyona bo Ramadiyê divê artêş xwe berhev bike, bêhna xwe bide û bi ser xwe de bê, lazime ku planên cidî jî bên kirin. Ji bilî vê jî operasyona rizgarkirina Mûsilê wek ku tê texmînkirin wê ewqas ne hêsan be."
Alîkarê Serokê Meclisa Bajarê Mûsilê Kaplan dest nîşan kir ku hêzên sûnî (Haşdî Vatanî) yên bo operasyona rizgarkirina Mûsilê hatibûn amadekirin belav bû û wiha pê de çû: "Hejmara polêsên ku di kampên eskerî yên li herêma Başîkayê perwerdehî didîtin bi qasî 10 hezarî bû. Lê beriya remezanê bi telîmata Wezareta Karên Navxweyî ve ev hemû perwerdehî ne li herêmê wê li Bexdayê bê dayîn. Sedema vê yekê jî 'di kampan de gendelî heye' hat nîşandan. Di kampên eskerî de nêzî 10 hezar polês perwerdehî didîtin. di nav van kesan de bi tenê nêzî hezar û 500 kes çûn Bexdayê. Piraniya polêsên Mûsilê ji ber tirkmenên sûnî ne naxwazin biçin Bexdayê û canê xwe bikin talûkeyê. Ji aliyekî ve jî polêsan ji ber ku ev pênc mehin mehaniya xwe hilnedane dev ji perwerdehî û kampê berdan."
- Me ji DYAyê alîkarî xwest
Kaplan ragihand ku ji bo rizgarkirina Mûsila bajarê duyemîn ê mezin ê Iraqê ye ji Amerîkayê alîkarî westin û axaftina xwe wiha domand: "6 meh berê me xwest ku bila hêzên bejayî yên Amerîkayê jî di rizgarkirina operasyona Mûsilê de cih bigirin. Me ji bo vê daxwaza xwe bi fermî serî li Balyozxaneya DYAyê ya li Bexdayê da. Heta niha tu bersiv ji me re nehat. Eskerên Amerîkayê ji ber ku di sala 2003an de li van deran man niha şert û mercên herêmê, erdnigariya welêt, nijad û mezhebên li vê derê baş dizanin. DYA êrîşên hewayî yên ku niha dibe ser DAEŞê ne li gor agahiyên çavkaniyên herêmî li gor agahiyên ku ji berê de di dest de ne dike. Ji ber vê yekê jî hewcedariya me bi piştgiriya hêzên Amerîkayê heye."
Mûsil di 10ê Hezîrana 2014an de ketibû destê DAEŞê.