Alîkarê Serokê Meclisa Bajarê Misûlê û Endamê Lijneya Rêvebirinê ya Eniya Tirkmenên Iraqê Nurettîn Kaplan daxuyand operasyona ku dê Misûlê ji destê DAEŞê xilas bikin ma piştî remezanê.
Kaplanê ku li Kerkûkê xebatên xwe yên siyasî didomîne, der barê operasyona Misûlê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Kaplan got ku li Misûlê 2 milyon sîvîl dijîn û wiha dewam kir: "Ji ber vê amadekirina plana leşkerî zehmet e. Amadehiyên ji bo xilaskirina Misûlê li gor vê tê guhertin. Plana herî mezin a operasyonê ew e ku sîvîl wê çawa bên xilaskirin. Ji ber vê jî operasyona Misûlê wê piştî remezanê çêbibe."
Kaplan destnîşan kir ku rewşa gelê Misûlê zehmet e û wiha axivî: "Av û ceyran hema bibêje tune, jiyan zehmet e. Ji pirsgirêkên wan ên herî mezin yek jî tirs û fikar e. Dema ku em mirovên ku ji Misûlê revîne re diaxivin em dibînin ku derûniya wan bicidî xirab bûye û trawmeyeke giran derbas kirine. Divê hemû tedawiya derûniyê bibînin."
Ji bo rewşa Telafera navçeya Misûlê jî Kaplan wiha got: "Telafera ku di destê DAEŞê de ye navçeya herî mezin a Iraqê ye. Heke Telafer neyê xilaskirin erdnigariya tirkmenan wê bê windakirin. Em wek gel têkoşîna hebûnê didin. Ji ber vê jî divê bilez operasyonek bê destpêkirin ku Telafer bê xilaskirin. Ji ber ku operasyon dereng dimîne, rewşa gelê wir her diçe xirab dibe û binesaziya navçeyê tê xirabkirin."
Piştî ku artêşa Iraqê li Misûlê vekişiya di 10ê hezîrana 2014an de rêxistina terorê Misûlê bi dest xist. Piştî Misûlê DAEŞ kete navçeya Telaferê û bi hezaran tirkmenên şiî terka herêmê kirin. Ji bo ku Misûl û Telafer bê xilaskirin pêşmerge û dildarên sîvîl amdehian dikin ku operasyonekî li dar bixin. Balafirên şer ên koalîsyonê ya ku serkêşiya wan Amerîka dike jî wê ji hewayê alîkariyê bide artêşa Iraqê ku ev herêm ji destê DAEŞê bên xilaskirin.