KOLN
Li Almanyayê bajarê Kolnê li Mizgefta Fatîh Nîppesê rihê-şerîf ê Hezretî Mihemed nîşanî cimaetê dan.
Beriya nimêja terawîhê bi tekbîr û selawatan boxçe hat vekirin. Welatî ji bo ku rihê pêxember bibînin ketin rêzê. Hinek jî girîyan.
Piştî ku welatiyan ziyareta xwe qedandin, boxçe xistin çenteyekî taybet û rihê pêxember mihefeze kirin.
Hat ragihandin ku ew ê li Almanyayê li mizgeftên din jî bidîn nîşandan.