Eniya Tirkmena ya Iraqê diyar kir ku zêdetirî 800 jinên tirkmen ên ku DAEŞa rêxistina terorê çaxa avêtibû ser Telaferê revandibûn, hê jî di destê rêxistinê de ne.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku Alî Mehdiyê Berdevkê Eniya Tirkmena ya Iraqê belavkir de wiha hat destnîşankirin: "DAEŞê dema ku avêtibû ser navçeya Telaferê zêdetirî 800 jin û qîzên temen biçûk hêsîr girtibûn û di ser vê bûyerê re salek derbas bû. Ji wan tenê 8 kes xilasbûn. Lêbelê ji jinên ku xilasbûn yekê xwe kuşt."
Di daxuyaniyê de wiha hat îfadekirin:
"Niha di destê DAEŞê de 800 jinên tirkmen hene. DAEŞ jin û qîzên tirkmenan difroşe. Ji ber ku kesî tirkmena ku rabe mal, can û mafên wan biparêze tuneye, DAEŞ jin û qîzên wan ên ku ji Telaferê revandibûn difroşe."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Eniyê Tirkmena, derbarê jinên ku hatin revandin de rapor amade kirin û pêşkêşî Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistana Iraqê (HKI), Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konsolxaneya li herêma ya Tirk kirin.