ANKARA
Parêzerê Fethullah Gulen Nurullah Albayrak nûçeya Anadolu Agencyê (AA) ya bi navê "Serdanên li mala Gulen kêm dibe" rexne kir û destnîşan kir ku divê dev ji weşanên wiha berdin.
Albayrak di nivîsa ku şand AAyê da destnîşan kir di nûçeyeke ku di 3yê tîrmeha 2015an da hat weşnadin, wêneyên derdora mala Gulen hatine kişand û tê gotin ku serdanên li malê kêm dibe.
Albayrak diyar kir ku çapemeniya neteweyî û navneteweyî gelek caran hudirê malê kişandin û pêşkêşî raya giştî kirin. Albayrak îdia kir ku nûçegihanên AAyê tim tên li derdora malê wêne dikişînin.
Albayrak ji AAyê daxwaz kir ku bila wêne û dîmenên ber mala li Pensilvanyayê nekşînin.
Der barê Fethullah Gulen da bi biryara Dadgeha Cezayê ya Silhê ya 1emîn a Stenbolê bi hinceta "hewldana ji bo jiholêrakirina hikûmeta Komara Tirkiyeyê û eşkerekirina agahiyên siyasî û leşkerî yên dewletê" emrê "lêgerîn û qefaltinê" heye.