ANKARA
Li Meclisa Mezin a Gel a Tirkiyeyê (TBMM) piştî avakirina Dîwana Seroktiyê ji bo avakirina hikûmetê heta 23ê tebaxê wext heye.
Dîwana Serokatiyê ya TBMMyê di 9ê temûzê de hatibû diyarkirin. Li gor madeya 116emîn a Destûra Bingehîn divê 45 roj piştî hilbijartina Dîwana Serokatiya TBMMyê ya nû hat hilbijartin hikûmt bê avakirin.
Heke di vê maweyê de Lijneya Wezîran neyê avakirin serokomar dikare ku serî li Serokê TBMMyê bide û biryarê bide ku hilbijartin ji nû ve bên kirin. Biryara hilbijartina nû dê di Rojnameya fermî de bê weşandin û bikevin pêvajoya hilbijartinê.
-Hilbijartinên ku dê ji nû ve bên kirin
Li gor madeya 77emîn a Destûra Bingehîn hilbijartinên TBMMyê 4 sal carekî tên kirin. Parlemento beriya ku ev mawe temam bibe dikare biryarê bide ku hilbijartin ji nû ve bên kirin. Di bin şert û mercên ku di Destûra Bingehîn de hatine diyarkirin de li gor biryara ku dê Serokomar bide dikarin hilbijartinê ji nû ve bikin.
Li gor madeya 8emîn a Qanûna Hilbijartina Parlementeran heke TBMM an jî Serokomar beriya ku heyama hilbijartinê temam bibe biryar bide ku hilbijartin ji nû ve bên kirin Lijneya Wezîran vê rewşê di nav 48 saetan de îlan dike.
Heke biryara hilbijartina nû ji aliyê TBMMyê ve hatibe dayîn Parlemento dîroka hilbijartinê jî diyar dike. Heke biryara hilbijartina nû ji aliyê Serokomar ve hatibe dayîn jî hilbijartin yekşema ewil a 90 roj piştî vê biryarê tê kirin.
Li gor madeya 9emîn a Qanûna Hilbijartina Parlementeran di rewşên ku ji bo hilbijartina nû an jî hilbijartina navber biryar hat dayîn LBH maweyên vê qanûnê û Qanûna Partiyên Siyasî ya bi nimreya 2820 û Qanûna Der barê Kutikên Hilbijêran û Hikmên Bingehîn ên Hilbijartinan ên bi nimreya 298 kurt dike û tetbîq dike.
-LBHyê mawe kurt kiribûn
Li Tirkiyeyê di sala 2007an de hilbijartina parlementeriyê ya hatibû plankirin ku di meha sermawezê de bê kirin di 22yê temûzê de hatibû kirin.
TBMMyê bi Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) re hevdîtin kiribû û dîroka hilbijartinê diyar kiribû. LBHyê di civîna xwe de biryar dabû ku ji bo wan ji aliyê fiîlî û hiqûqî ve ne mimkûn e ku beriya 22yê temûza 2007an hilbijartin bên kirin û ragihandibû Komîsyona Destûra Bingehîn a TBMMyê ku dikarin di 22yê temûzê de hilbijartinê bikin.
Salnameya hilbijartinê ya ku LBHyê amade kir ji bo birêvebirina kar û barên hilbijartinê hin wextên diyar pêş dibîne. Di hilbijartinên 2007an de salnameya hilbijartinê di 4ê gulana 2007an de hatibû diyarkirin. Lijneyê maweya ku di qanûnên eleqedar de ji bo amadekirina hilbijaritnê tê veqetandin kurt kiribû û piştî 80 rojan hilbijartinê kiribû. LBH li gor rayeya kurtkirina wextên hilbijartinê amadehiya hilbijartina di sala 2002yan de di 89 rojan de temam kiribû.
Dema mirov ev wext dide ber çav heke biryar bê dayîn ku hilbijartin ji nû ve bê kirin, tê pêşdîtin ku hilbijartina parlementeriyê di dawiya meha sermawezê de bê kirin.