Hunermend Şivan Perwer ji bo moraldayînê pêşmergeyên li Guvera navçeya Mûsila bajarê Iraqê ziyaret kir.
Fermandarê Eniyên Mexmûr û Guvere û kurê Mesûd Barzanî, Sîrvan Barzanî pêşwaziya Şivan Perwer kir. Perwer ji Sîrvan Barzanî der barê rewşa dawîn a li eniyan de agahî sitandin û pişt re bi peşmergeyan re wêne kişandin.
Perwer piştî ziyaretê daxuyanî dan rojnamevanan û got "Ez piştî çend mehan hatim Hewlêrê û beriya her tiştê hatim û min pêşmerge ziyaret kirin û min xwest ku moralê bidim wan. Ez dê di rojên beriya me de hemû eniyan ziyaret bikim."
Perwer bi bîr xist ku pêşmerge ev çendî meh in ku bi DÎŞIya rêxistina terorê re şer dikin û wiha axivî:
"Welatên mezin ên ku cîhanê bi rê ve dibin û pêşketîne jî nizanin ka dê li hember vê belaya DÎŞIyê çi bikin. Gelê kurd bi pêşmergeyên xwe li dijî vê belayê disekine. Hemû cîhan bi kurdan serbilind in. Ez wek hunermendekî ku xizmeta gelê xwe dike, ji ber ku Kurdistan hêdî hêdî digihêje armanca xwe gelekî şanaz im. Di serî de Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ez spasiya her kesê ku xizmeta gelê xwe dike, dikim. Dîrok dê van serkeftinan binivîse. Bila cîranên me bizanin ku em gelekî aştîxwaz in."
Perwer destnîşan kir ku DÎŞI di serî de welatên cînar ji bo hemû cîhanê xetereyeke mezin e û got ku ji bo ku ev tehdîda navborî ji holê bê rakirin divê piştgiriyê bidin Herêma Kurdistana Iraqê.
Perwer der barê li Kobanêyê berîgirtina DÎŞIyê de got ku "Kobanê îro ji gelek bajarên cîhanê bêtir tê naskirin. Heta îro tevgerekî wiha ya berxwedanê nehatibû dîtin. Ez spasiya her kesê ku Kobanê rizgar kir, dikim."
Sîrvan Barzanî jî ji ber ziyareta wî spasiya Perwer kir.
Barzanî qal kir ku di van rojên dawîn de li herêma ku wir in, pevçûn hene û got "Pêşmerge şerê man û nemanê dide. Em cihên di destê xwe de diparêzin. Li ser Hewlêrê jî tu xetere tunin."