22 Nîsan 2016•Rojanekirin: 23 Nîsan 2016
ANKARA
Hunermenda bertekê erênî nîşanî "Pîlana Çalakiya Pêşxistina Çandê" ya ku Serokwezîr Davutoglu do eşkere kir, dan.
Di pîlana çalakiyê ya ku ji meha pêşiya me pê va ew ê bikeve rewacê da ji vekirina muzeyan bigrin hetanî şertên teqawidbûna hunermendan, ji zêdekirina pirtûkxaneyan bigrin hetanî avakirina kuliyeyên çandê gelek tiştên teze hene.
Hunermendê muzîka gel a tirkî Yavuz Bîngol der barê pîlana çalakiyê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku îskeleta ku pîlana çalakiyê hat eşkerekirin girîng e.
Bîngol got ku bi taybetî qisma der barê teqawidbûna hunermendan û ya ku dibêje li her bajarî salona şanoyê bê avakirin zehf girîng dibîne, 2-3 meh in li wezaretê dihatin bal hev û civîn dikirin.
Derhêner û Çêker Osman Sinav jî got temeniya wî ew e ku pakêt bi xêr be û wiha axivî: "Di jiyana min a hunermendiyê da ya ku min dît di nav pîlanên ku hetanî nika hatibûn çêkirin da ya herî zêde bi rewşenbîrî hatiye amadekirin ev pîlana ku Birêz Serokwezîr û birêz Wezîr eşkere kirin e. Înşaellah ew ê bi xêr be. Zehf kêrhatî xanê dike. Hêviya min ew e ku bira zehf rind be lewra hewcedariya me pê heye."
Midûrê Gişkî yê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) Gorgun Taner jî pîlana çalakiyê ya Serokwezîr Ahmet Davutoglu dokumanek e dibê hemû kesên ku di qada çand û hunerê da dixebitin tevkariyê bidinê.
- Bûdçeyeke mezin lazim e
Mehmet Çelebiyê koleksiyoner jî diyar kir ku ji pîlanê memnun e û dixwaze ku di demeke kin da pîlan bikeve rewace û pêk were.
Çelebî bi bîr xist ku di pîlanê da tê gotin ku di sala 2016an da 18 muze bên vekirin, ji bo ku di standardên dinyayê da muze bên vekirin û çalakiyên çand û hunerê bên kirin dibê budçeyeke mezin bê veqetandin.
Karîkaturîst, senarîst û lîstikvan Hasan Kaçan jî got ku welat pêşketina xwe didomîne, pire, tunelên ku di binê avê ra derbas dibin û karên ku nayê bîra kesî tên kirin.
Kaçan got ku nika jî dema xweşkirina dilan e, li hêviya pîlana çalakiyê bûn û eşkerekirina pîlanê kêfa wan xweş kir.