Nihat Kavşut
22 Nîsan 2016•Rojanekirin: 22 Nîsan 2016
DIYARBAKIR
Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez çû serdana Qaymeqamtiya Sûrê.
Gormez bi Qaymeqamê Sûrê Memduh Tura ra hat bal hev û der barê Sûra ku operasyonên li dijî PKKya rêxistina terorê temam bûn da agahî hilda.
Tura destnîşan kir ku li Sûrê jiyan normalîze dibe û wiha got: "Li Sûrê xebatên tesbitkirina zirar û ziyanê tên kirin. Alîkariya ji bo welatiyên ku ji ber terorê mexdûr bûne dewam dike. Em ê der heqê xanî û avahiyên ku xera bûne da bi welatiyan ra xeber bidin."
Tura di xeberdana xwe de destnîşan kir ku ji destpêkê heta niha bêyî cudahiyê bikin alîkariya kirê û xurekê didin welatiyan.
Tura diyar kir ku qaymeqamtiyên din jî alîkariyê didin û wiha got: "Di çarçoveya Projeya Îş-Kurê ya Wezareta Xebat û Polîtîkayên Civakî da 3 hezar malbat bûn xwediyê kar. Wek mayîn wê ji her malbatê kesek 9 meh bi sîgorte bikeve ser kar. Bi vî awayî em ê alîkariya welatiyan bikin."