Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu beşdarî bernameya TRTê bû û li ser rojevê sekinî.
Davutoglu li ser îradeya millet sekinî û wiha got: "Meriv ji millet gazinan nake, ji millet naxeyde. Îradeya millet nayê nîqaşkirin. Millet çi bibêje ya rast ew e. Reyên AK Partiyê di sala 2011an da ji sedî 49 bû, par ji sedî 43,5 bû niha jî daket û bû ji sedî 41. Divê em li ser vê muhasebe bikin û li ser bifikirin. Me tu wextî ji bo hilbijartinê gazin ji millet nekir."
Davutoglu got: "Divê em vê jî bibînin ji sedî 41 serkeftinek e. Ji vî alî va divê kes têkçûna xwe wek serkeftinê nede nîşan. Kiliçdaroglu gotibû 'ez ê ji sedî 26an da îstifa bikim', wexta ku ji sedî 25an serkeftina xwe îlan bike, ew jî tê wê wateyê ku ji serkeftina (partiyên) din li ser xwe dihesibîne."
"Ya herî girîng berjewendiya Tirkiyeyê ye"
Davutoglu destnîşan kir, vê gavê ya herî girîng berjewendiya Tirkiyeyê û hizûra gel e û wiha dewam kir: "Demek be jî em destûrê nadin rewşeke kaotîk. Ev welat welatê me ye. Destkeftinên 12 salan me bi dest xistin. Ez ji vê derê cardin dixwazim bangî gelê me bikim, bila dilê wan rehet be. Em destûrê nadin ku ev destkeftin ji dest herin."
"Di birêvebirina hikûmetê da tu astengî wê çênebin"
Serokwezîr Davutoglu daxuyand ku di birêvebirina hikûmetê da wê tu astengî çênebin.
"Ez ê bi hemû partiyên mixalefetê ra bi awayekî samîmî hevdîtina xwe bikim"
Davutoglu got ku ew ê ji bo berjewendiya welêt bi hemû partiyên mixalefetê ra bi awayekî samîmî hevdîtina xwe bike û wiha dewam kir: "Em amade ne ku her tiştî xeberdin. Bêyî ku rêgezên siyasî yên AK Partiyê werin binpêkirin, ez amade me ku li ser her cure mizakereyan li ber raya giştî bikim."
"Em ê pêşiyê bi ya gel bikin."
Serokwezîr Davutoglu wiha axivî: "Me got ku koalîsyon ne baş e, me ev ji gel ra got. Lêbelê gel got ku 'Temam tu wisa dibêjî lê tercîha min koalîsyon e.' Niha em jî nabêjin 'Tercîha te şaş e' û vê yekê nîqaş nakin. Em ê pêşiyê bi ya gel bikin."
Serokwezîr Davutoglu got: "Tiştekî ku HDP bike heye. Hevserokên HDPê bi gotinên xweş xwe wek sembola aştiyê dan nîşan û divê derbikevin bibêjin 'Divê PKK êdî çekê dayne'."
"Em lêkolîneke mezin dikin"
Davutoglu daxuyand, ji bo nûkirina AK Partiyê wan gava sereke avêt û lêkolîneke mezin kir û wiha dewam kir:
"Hilbijêrên me... Em ê du tiştan bipirsin. Yek, em ê ji hilbijêrên xwe bipirsin ka gelo xeletiya me çibû? Dudu, li gor we kîjan formul ji bo hilbêjêrên ku rey dan meqbûl e? Di encamê da wê bi van mizakereyan biçe serî. Koalîsyon lîstikeke yek alî nîne, tercîha wan jî girîng e."
"Davutoglu axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ez vê gavê hilbjartineke pêşwext exlaqî nabînim. Ez ê bi awayekî samîmî bi her kesî ra mizakereyan bikim, çi ji destê min were ez ê bikim. Lê di encamê da tu tiştek dernekeve, nebe ku welêt bi hikûmeteke berwext were îdarekirin. Ne pêkan e ku Meclis jî girtî bimîne. Em di heyama 12ê adarê da, 12 îlonê da najîn. Em ê cardin berê xwe bidin gel, ji gel bipirsin û bibêjin ku 'Telîmata te ya nû çi ye?'. Yê ku telîmatê bide gel e."