22 Nîsan 2016•Rojanekirin: 23 Nîsan 2016
ŞIRNAK
Li Silopiya navçeya Şirnexê operasyona piştî ku di 5ê nîsanê da qedexeya derketina derva hat îlankirin û dest pê kir, qediya.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê operasyona ku 18 roj berê piştî êrîşa terorê dest pê kiribû, qediya.
Di operasyonê da heta îro 19 endamên rêxistina terorê hatin kuştin, qederê hezar û 550 avahiyan da lêgerîn hat kirin, 32 teqemenî hatin îmhekirin û 14 barîkat hatin rakirin.
Wek mayîn di operasyonê da 2 rokêtavêj, 4 çekên lûledirêj, 11 bombeyên destan, 16 guleyên rokêtavêjê, 11 fişekên sewqê yên rokêtavêjê, bêtêl û gelek gule û melzemeyên cur bi cur hatin qefaltin.
Li navçeya ku polês xebatên lêgerînê dikin yekîneyên leşkerî vedikişin.
Çavkaniyên ewlehiyê destnîşan dikin ku wê di rojên pêş da qedexeya derketina derva were rakirin.
Li navçeyê piştî ku li dijî wesaîta polêsan a bizirx êrîş hatibû kirin, di 5ê nîsanê da qedexeya derketina derva hatibû îlankirin û operasyon dest pê kiribûn.