Hat ragihandin ku ev du roj e kurdên ku li Mûsilê dijîn dixwestin ku bira pêşmerge bên herêmê û pêşmerge ji bo çûyînê amade bûn. Li gor agahiyan pêşmerge îro bi erebeyan ve derketin rê û diçin sînorê Hewlêr û Mûsilê.
Berdevkê Çapemeniyê yê Wezareta Pêşmergeyan Halgurd Hîkmet daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo kurdên li Mûsilê biparêzin pêşmerge amade ne lê belê heta niha dest bi operasyonekê nekerine.
Hîkmet destnîşan kir ku pevçûnên bi DÎŞIyê re hê negihîştine herêmên ku kurd lê dijîn û wiha axivî: "Hêzên pêşmergeyan yên ku li sînorê Mûsilê ne wek carên din amade ne. Heke pevçûn li warên kurdan dest pê bikin pêşmergeyên wezîfeyên xwe bînin cih. Ji bo tedbîran em peşmergeyên xwe dişînin nêzîkî sînorên herêma xwe û Mûsilê. Lê belê heta niha di navbera pêşmergeyên me û DÎŞIyê de tu pevçûn derneket."
Ji hêla din ve li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin hildan milîtanên DÎŞIyê şebeqê li başûrê Mûsilê êrîşî navendên polês û leşkeran kirin û pevçûn hê jî didomin.