MÛSIL
Hunermend Şivan Perwer pêşmergeyên ku bi komên çekdar ên ku serokatiya wan rêxistina terorê ya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) dike re şer dikin, di eniyê de ziyaret kir û bi wan re stran gotin.
Perwer çû herêma Hazera li ser rêya Hewlêr û Mûsilê û li vê derê hêzên pêşmerge yên ku car caran bi DÎŞIyê re şer dikin ziyaret kir. Perwer bi pêşmergeyan re strana "Pêşmerge" got.
Perwer got ku "Pêşmerge li hemberî rêxistina teroreke zalim şer dike" û wiha pê de çû: "Ne ku di navbera du welatên cuda de, di navbera rêxistineke terorê û pêşmergeyan de şer heye. Ev rêxistin li Kurdistanê qestî can, mal û milk û namûsa mirovan dike. Hêzên pêşmerge wê dersa van terorîstan bide."
Perwer di ziyareta xwe de daxuyanî da rojnamegeran û got ku mebesta ziyareta wî ne şov e, ew ji bo ku balê bikşîne ser têkoşîna bi terorîzmê re hat û wiha axivî: "Hûn hal û hereketên terorîstan dibînin. Jin, zar, kal û pîran dikujin, dibin. Namûsa civatê binpê kirin. Hemû dinya vê yekê dibîne. Ev 40 sal e ku ez ji bo pêşmerge, Kurdistan û azadiyê stranan dibêjim. Îro jî Kurdistan di rewşeke zor û zihmet de ye. Ne tenê ez, divê her kes xwedî lê derbikeve. Ez hatim û li vê derê me. Heke mirin hebe ez jî amade me. Ji bo ku vê peyamê bidim ez li vir im."
Perwer bi bîr xist ku têkiliyên di navbera Tirkiye û Kurdistanê de di asteke baş de ye, divê Tirkiye jî destekê bide têkoşîna ku herêma Kurdistanê li dijî terorîzmê dide.
Perwer di kozikan de demekê bi pêşmergeyan re wêne kişand, bi wan re sohbet kir û pişt re çû Dihokê.