DIYARBAKIR
Şivan Perwerê ku piştî 37 salan vegeriya welatê xwe li Diyarbekirê civîna çapemeniyê lidarxist û got: "Em alîgirê aştî, biratî û hevaltiyê ne, em li dijî şer in. Ji Qendîlê heta Enqereyê, ji wê derê jî heta Bexdayê her tim di xizmeta aştiyê de ne.
Li ser vexwendina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ve Şivan Perwer û Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesûd Barzanî hatin Tirkiyeyê. Şivan Perwer li otêla ku lê dima de civîna çapemeniyê lidarxist.
Perwer diyar kir ku Tirkiye ji aliyê kurd, tirk û hemû gelên ku li ser vê erdnigariyê dijîn ve hatiye damezrandin, lê rewşên nexweş yên ku paşê qewimîne gelek zirar dane Tirkiyeyê û wiha pê de çû: "Li Tirkiyeyê înkarkirina kurdan rewşên xerab derxist holê. Gelê kurd ji bo azadiya xwe li gelek deveran serhildanan kir. Vê rewşê zirar da her kesî û hemû kurd û tirkên Tirkiyeyê. Polîtîkayên bişavtinê yên li ser gelê kurd û propogandayên li dijî kurdan zêdetir bûn. Şertên ku di makezagona dewleta Tirkiyeyê de hatin bicihkirin mafê jiyanê neda hizb û kesên ku cuda ne."
- Ji navê wê re "Tirkiyeya Nû" hat gotin
Perwer destnîşan kir ku Tirkiye bi dîrok, çand û her aliyê xwe ve welateke bêhempa ye û ji bo jiyîna hemû cudahiyan jî welatekî têr û mezin e û wiha dewam kir: "Tirkiye ji bo ku ji demên xwe yên borê xelas bibe, bifilite wek ku we jî dît nûtiyên wiha lazim in. Ji bo vê jî ji vê yekê re navê 'Tirkiyeya Nû' hat gotin. Ji bo ku ji mafên mirovan re rêz bê nîşandan, cudahî bên qebûl kirin, aştî û azadî bê divê mirov piştgiriyê bide vê Tirkiyeya Nû."
Perwer bal kişand ser hevdîtina ku duh pêk hat û diyar kir ku ji bo hemû gelên Tirkiyeyê wek hewaya biharê bû û wiha pê de çû: "Ez dema ku ji welatê xwe dûr ketim xortbûm û niha wek zilamekî kal vegeriyam welatê xwe. Ev tiştek pir xemgîn e. Carna mirov nikare bigirî jî. Em vegeriyan welatê xwe. Ez û van welatiyên ku bi salan e em ji hev dûr in ji bo ku hînî hev bibin wext lazim e. Niha dil dixwaze ku ez derketima kuçeyên Diyarbakirê pirsa wan bikim, silav bidim wan, wan hembêz bikim. Wan ji min pir hez kir û ew jî her tim di dilê min de bûn. Ez çiqas li derve bûm jî ew dîsa di dilê min de bûn. Ez bi vê hesretê jiyîm. Min hêj gora diya xwe ziyaret nekiriye, dostên xwe, xizmên xwe, malbata xwe nedîtiye. Hûn sax bin. Hûn pir bi rûmet in, ji tiştên xweş re xwedî derdikevin. Ez hêvîdar im ku kesên ji vê rewşê kêfnexweş in û naxwazin, nijadiyê dikin jî vê yekê bibînin û li me guhdarî bikin, bifikirin û ji dil û can nûtiyê qebûl bikin. Lewra her kesê ku tê vê dinyê xwediyê mafê jiyînê ye. Her kes xwediyê rastiyekê ye û mafê wî yê jiyînê heye.
- "Em her tim Kurd man"
Perwer diyar kir ku ji bo pêvajoya çareseriyê amade ye ku bi hunera xwe xizmetê bike, lê lazim e ku tiştên xweş yên ku kurd xwedî ne jî bên parastin û wiha got: "Lazim e ku zarokên kurd bi zimanê dayika xwe bên perwerdekirin. Me her çiqas di dibistanên tirk de xwendibe jî û em li wan deran û di zanîngehên wan de perwerde bûbûn jî me zimanê xwe ji bîr nekir. Di zarê me de devoka kurdî hebû em her tim kurd man. Axaftina me tirkî bû, lê fikra me, nêrîna me, zimanê me her tim kurdî ma. Heke ku em bi kurdî bên perwerdekirin şexsiyetên bêhempa jî dê ji nav me derkevin. Di vê çerçoveyê de hin sazî tên avakirin. Weqfa Mezopotamyayê ku ez jî endamê wê me jî ji bo li Diyarbakirê Zanîngeheke ku perwerdehiyê bi kurdî bide bê vekirin, dixebite.
- "Em ê bi hunermendên tirk ên birayên xwe re jî konseran bidin."
Perwer ji kesên ku pêvajoya çareseriyê dane dest pê kirin re sipas kir û wiha pê de çû: "Barzanî dixwaze piştgiriyeke mezin bide vê pêvajoyê. Birêz Barzanî her tim gotiye "Aştî" û tu car şer nexwestiye. Bavê wî yê nemir Mistefa Barzanî jî ji bo parastin û jiyîna gelê xwe her tim ketiye têkoşînê, yanî wî jî nedixwest zirarê bide tu kesî. Hevalên min ên hêja Ahmet Kaya û Yilmaz Guneyê ku min pir ji wan hez dikir, me li derveyî vî welatî winda kir. Em ji bo wan hêj jî digirîn. Xwedê rehma xwe li wan bike. Ew kesên ku dibêjin 'ev Tirkiye ji dest diçe' ji dest naçe, berevajî ev welat xweşiktir dibe, demokratîk dibe. Înşeallah ji Edîrneyê heta Hekkariyê ji Wanê bigre heta Îzmîrê em ê bi awayekî organîze bi hunermendên tirk ên birayên xwe yên ku aştiyê dixwazin re konseran jî bidin."