ANKARA
Şivan Perwer li ser deweta Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, ligel Serokê HKIFê Mesud Barzanî hate Diyarbekirê. Şivan Perwer derket ser dikê û gel silav kir. Perwer qala çûyîna sirguna xwe jî kir û wiha axivî: "Diyarbekira rengîn, gelê hêja, hevalên delal ev rojeke gelek xweş e. Ev roj ji bo me hemûyan rojeke dîrokî ye. Ji bo min jî rojeke dîrokî ye. Ez 38 salan berê çûme sirgûnê. Gava ku ez ji vir çûm, ez xortekî ciwan bûm lê îro weke yekî kal zivirim."
Şivan Perwer diyar kir ku ji bo aştiyê hatiye Diyarbekirê û axaftina xwe wiha domand: "Îro hatim welatê xwe. Ji vî bajarî, ji vî welatî û ji vî gelî zehf hezdikim. Roj roja biratiyê ye. Gelek kes hatin kuştin, hatin hepiskirin û çûn sirgûnê. Gelek kes di hepsan de perîşan bûn. Êdî wext wextê biratî û aştiyê ye. Hêvîya me Birêz Erdogan û Barzanî ne. Birêz Serokwezîrê me Erdogan bû mîmarê vê roja aştiyê. Serokwezir Erdogan bi rastî jî gavên binecih yên aştiyê avêtin. Ji ber vê ez wî pîroz dikim. Ez ji hemû kesên ku ji bo vê pêvajoyê ked dayîne pîroz dikim. Destê dostiyê bidin hev û ji hev du hez bikin. Divê êdî mirov wek xwe bin û bi nasnameya xwe bijîn lê di nav biratî, hevaltî û aştiyê de."
Perwer ji bo hatinên car din jî got ku: "Hûnê fermanê bidin em ê bên. Em ê werin Îstanbulê, Trabzonê û Ankarayê jî. Hema bi tenê destê biratî û aştiyê bê xwedî nemîne. Cihê kedkarên aştiyê li ser serê me ye."
-Tatlises: "Heke kurekî min çêbe ez ê navê wî daynim "Barış" an jî "Aştî"
Îbrahîm Tatlises jî di axaftina xwe de diyar kir ku ev roj roja aştiyê ye û ji Şivan Perwer re got "Ser çava hatî."
Tatlises got "Kî ji bo aştiyê xizmetê bike ew baş e" û wiha axivî: "Em ji navdariyê têr bûn, niha hewcehiya me aştî ye.
Tatlises axaftina xwe wiha domand: "Bila dinya alem bibîhîze ku heke kurekî min çêbe ez ê navê wî daynim "Barış" an jî "Aştî".