ÎSTANBUL
Li gor daxuyaniya Weşangeriya Çand û Hunerê ya Yapi Krediyê di merasima ku di 9ê mijdarê de li Norveçê hat lidarxistin de Serokê Akademiyê Knut Odegard xelata Bjornsonê da Yaşar Kemal.
Odegard di merasimê de axavî û wiha got: "Hunera we him kevneşopî gihand vê demê û him jî nû kir. Hûn her tim helbestvanê piştevaniyê ne û hûn her tim bûn helbestvanê mezlûm û kesên ku di bin zextanda ne."
Di merasimê de endamên Akedemiyê Aase Gjerdrum û Thorvald Steen jî axivîn.
Gjerdrum di axaftina xwe de li ser pirtûka Yaşar Kemal a bi navê "Erd Hesin Ezman Paxir (Yer Demir Gok Bakir)" sekinî.
Steen jî di axaftina xwe ya bi navê "Dîroka Anadoluya Veşartî" de got ku dîrokeke dewlemend li Anadoluyê heye û mifteya wê jî di destê Yaşar Kemal de ye.
Di merasima xelatê de Yaşar kemal jî wiha axivî: "Bila tu kes ji bîra xwe dernexe ku her şer fermana mirinekê ye. Kesên ku têk dibin û têk diçin an jî li derveyî şer dimînin, hemû jî ji vî şerî zirarê dibînin. Huner kilama kêfxweşî û heskirina dinyayê ye."