Jina nivîskar Yaşar Kemal Semîha Baban der barê rewşa Kemal de wiha got: "Ya ku ez zanim jî bi tenê daxuyaniya îro ya ku der barê rewşa tenduristiya wî de ye. Em bi awayekî baldarî bendê ne."
Yaşar Kemalê 92 salî duh nîvro ji ber sedema enfeksiyona pişikê û aciziya dil rakirin Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Stenbolê. Jina wî Semîha Baban îro di nexweşxaneyê de pirsên rojnamevanan bersivand.
Li ser pirsa rewşa Yaşar Kemal, Baban wiha got: "Ya ku ez zanim jî bi tenê daxuyaniya îro ya ku der barê rewşa tenduristiya wî de ye. Em bi awayekî baldarî bendê ne. Sipasiya we hemûyan dikim. Sax bin."
Rojnamevankî pirsî "Dibêjin îro baştir e. Hûn çi dibêjin?" Baban wiha got: "Doxtor wisa dibêjin. Em bibaldarî bendê ne."
Baban piştî vê daxuyaniyê ji nexweşxaneyê veqetiya.